Roj baş Efrîn
Efrîna min!
Dilşa dilê Gelê min
Azariya bê dûmahî
Birîna bê derman
Ezê çawa êdî
çol û çolistanên te tewaf bikin!
Darên zeytûnan bi dilxweşî pîroz bikim!
Bi civînim
Bi dilvekim!
Spîda te, ku Îro ji dumanê reş bûye
h bi hêstirên dayikan şil bûne
Çawa ezê hembêz bikim!
Ezê Çawa li kolanên te bigerim û hestên evîna te di girnijên henasên xwe de nîgar çê dikin!
Efrîna minî birîndar
avsaneya dîrokê
Strana gel bindest e
Êşa pir dijwar
Bûka Welatê min
Windro winday e! Windaye
Di nav destê gurên har de
Berxwe dide, dinal e..dinal e
kurdno rabin bihevre
Bûka xwe aza bikin
Hêstirên dayikan ziwa bikin
Pelên darê zeytûnan geşbikin
Bese êdî! Efrîn
Ji destê dijminê sitemkar Rizgar bikin!
Rizkar bikin!
Rizgar bikin!