____________
Nijde ku tê bihalan
Dibe hawar û qeyran
Hemî asêgeh û sûr
şikeft û tûnêlên kûr
Serê qeralên zordar
Na parêzin ji neyar
Tenê dildarê dilsoz
Rûbera gel dike doz
3/28/2019
****************
_______________
xwe têşînî maleve
tenê di gumgumka xwe de dilive
Ji qalikê payebûnê derkeve
Bila Mişkê hirhitandî
Ji serê te bireve
Jiyan xweşe
Dema Bilbil bi gulê re dicive
2/4/2019 .z
***********************
___________
Xula dîrokê dizîvire
Lerza dil nahêwire
Evîndaran
Dilê xwe dane ber tavê
Xewnên xwe vedigeşînin
......................... bi gulavê…
heçî kînkêş û çavnebar e
tim bi êş û xembare
Ciwaniya jiyanê binpê dike
Zindana giyanê xwe
Bi destên xwe çêtir dike. !!
3/28 / 19.z
***********************
____________
hişê yek pil goşeyî
bavêje nav çiravê
li gorî giringiyê
rade nerîn û gavê
mirov bi xêr û bêre
gewher ku tê ber tavê.
30/3/2019
**************************
___________
Rengvedan
marên bi laşên ademî
xwe li pêngavan dipêçin
giyanê min
bi ser qadeke şor de diguvêşin
rovî bi xap û rîpan
tiliyên amajeyê dikevêje
rêberên kût bêperwaz
li ber simên nijdeyê
peyvan bêwate tavilê
rengvedana kenê yarê
Eşkere dike
razên evînê wiha !!.
3/28 / 19.z
**************************
_______________
Dozvedan
Sîwanên hêvîsariyê venegire
Rêçên gihiştina dilan ne bire
Tu nakarî
Behre û kama çivîkan
ji çîvçîv û firê bikî.
Tu nakarî
hemî çavdêr û sîxuran kirê bikî.
ma tê bi rastî
Ji çiya ber bi deştê de
vedana neynika min qedexe bikî?
Tê çawa bilbilê işqê
Hogirî dengê xwe bikî?!
3/27 / 19.z
********************