{{total_min} min xwend
28 Dec
Qada rojê

Qada rojê

Sed mexabin îro jî
Qada rojê par di be
Nexas têde bi lîzin
Ber șingîna peyala

Qelenkî giran buha
Pêșkêș dibe bi merdî
Bedawa cîhanê tev
Xewna kur û hişala

Cîhan bi carek rabû
Ta em bi te șa nebin
Hêviyê me koçkirin
Li diryan û newala

Nextê te xwîne herdem
Me da ji sedê sala
Ta iro tê rijandin
Ji hêl karkir û pala

Gelî tevde bi xwînê
Kirin cobar û kanî
Kevrê hîm û zinara
Man bergorê qirala

Qelen pê qelen me da
Ta go em aza bijîn
Tirk û faris û ereb
Rê nedan bav û kala

Êrê olî. disûnin
Li gerdena me kurda
Pêmayê pêximberin
Xwedyê xișt û gopala

Agir bikev dîrokê
Rastiyê di xapîne
Ristem û selahedîn
Hûn kirin xwedê ala

Kuștin ne dawya mine
Daramin wê dn dibe
Kok û reha wê kûre
Xwe digșîne ji sala

Wêne dibe ku: warhin amude, beard û nêzîk


Bûka rojê
Çi buhiște ev welat
Warê merd û alaepala
Xaka herî dawî dewlemend
Guldana gul û lala

Xewna hemî dilsoza
Pirs û doza bi sala
Bûka agir û rojê
Kofiya Neqș û xala

Hêviya evîndara
Evîna mest û jara
Hola ceng û cirîda
Șêrîna bav û kala

Landika naz û șenga
Cê govend û seyrana
Kilîla reng û penga
Surișta hemî șala

Wargehê îaristanî
Zayîna pîroziyê
Dergeha mirovanî
Bera mîr û qerala

Qelen pê te danî
Ta em serdarê te bin
Keske sorê ezmana
Renga bigrin ji ala

..........
.......
....
.
Warșîn

I BUILT MY SITE FOR FREE USING