Qîrîna cangorî
Heger ez bûm cangorî li ser iyan
Laşê min nedin Qeşmeran
Agir pê gurkin li ser çiyan
Ji bo bibe felama Azadiyê
Ronî bide Gund û Bajaran
ronî bide mejiyê mirovan
birûsik û bahoz be li ser dijminan
Gul û nêrgiz ji ji bo rojîkên ser bilind
Her dem pîroz be ji bo mafê min
wê gavê tenê ez Cangoriyê Azad im