Nizanim çi bêjim!
Ezê çi bêjim!
dilgîrim
Dilxemgînim
Hest birîndarim
Raman tev lihevketin e
Ezê çi bêjim û dengê hawara
zarok welatatê min
di nav bayê re
Dighêje guhê min
Min têşîn e, dil ditewizîn e
Ezê çi bêjim û
Dengê qêrîna dayikan ezmanan diçirîn e!
Ezê çi bêjim û hîna kezîzerên Welatê min xuyanebûn e
Hîna pîr û kalên min li çol û çolistanan razayîne
Bê xwedan û bê xwedî ne
Ezê çi bêjim û cokên xwînê hîna ziwanebûn e
ezmanê Welatê min ji dûmanê paknebûye
Ezê çi bêjim û ew penaberên
windayî di rêçeke sewal de tev asê man e
Nizanin bi kûve biçin!
Ez ê çi bêjim xweda!
Li Welatê min agir dibar e
Top û tang Kolanan dihejîn e
Firokên dijmin firend û tilûran ditirsîn e
Li Welatê min tim şer e
Tim kuştin ù talan e
Gazinan ji kê bikim!
Dibistana: Erdogan misulman e
Kerdogan xwedî dîn e
Xwedî îman e
Lê vaye îro ji gelê minî Kurd re
Kafirekî bê bexte û bê wijdane, bê dîn e
Nizdî nizanim çi bêjim!
Dilê min bi te re Welato
Hestên min bi te re ye
Bi te re ez Ez herdem welato!