Min hilgirtî barê te?
Mi'j te hezkirî carek,
Va ez bûme yarê te!
Li xweşiya min hat qey
Pêra hilgirt bar te?
Çiqas zor û zehmet bû,
Evîna dil dûrî te!
Xwestekciyê te pirin
Lê bûme bêçarê te!
Ta ku dinya li hev bê
Her ezim bin bar te!
Carê min daye soz
Ku bijîm b'narvîna te?
Heger dinya tev yarbin
Xweşik tune j'xwina te
Bila dojeh ava bin
Honik tire tîna te?!.
BK03.05.2019 serzorî
Zebûnî tu?
Ger pêk werî ji bo min ew amûre
An pêk neyêt tev gerek û çamûre
Kî li xwe deynî ku sûc bî samûre
Evdê bê bext ku rojek bî me'imûre!
Yek heye li jor bo min ew xefûre
Ey ser bi pirç tu xwe dikî kefûre
Ew şanî da bo te kir ava me'mûre
Ji ku virde lep dirêj bû tu stûre?!.
BK09.05.2019 serzorî
Min hîşt?
Min hîşt ku ezber bibim!
Dil ji wê yekser bibim
Ez ta dûrî şer bibim
Xwazî pê efser bibim!
Xwazî dil dûr ne dûr ba
Birîna wê ne kûr ba
Hemberî min bi şûr ba
Her tim li wê ger bibim!
Her tim li wê dil safî ye
Ezê pêşkimî qafî
Ger nestînim wê mafî
Ta ebed koç ber bibim ?!
Dijminê wê pirin
Hirç û rovî û gurin
Rêka li min dibirin
Bo wê nema kerr dibim!
BK07.05.2019 serzorî