{{total_min} min xwend
12 Jun
Min digot wê agirê jiyan

Kerîmo Jan Kerim


Min digot wê agirê jiyanê
j dojehê para min bibe
Çimkî
min parswê xwedê şikand
Çarika Hewa revand
Û min mejiyê Adem çelqand
Min evîn ji pirtûkên pîroz
Pîroz tira
Min got şira dayika min
Ji zemzemê zelal tire
Min got Yara min
Ji perîyan bedew tira
Min got pakrewanê welatê min
Ji tevayî pêxembera xweşik tire
Gelo
ez hîn çi bikim da berê agir
ji Rojava bidim xwe
Agiro
De were dûrî ez ji pûşê me
Ziwa tir kirim
Dûrîyê ez ji qirşkan
Sivik tır kırım
De wer agiro
De wer

I BUILT MY SITE FOR FREE USING