{{total_min} min xwend
24 Feb
Mikurhatina derengî şevê

Mikurhatina derengî şevê

Vê sevê
Li ber çemê birînê
Du kerwanên windayî pêrgî hev dibûn
Lav û keser, zûtirîn têkilî hev dibûn
te nikarî bû
Li ber pêlên şîna min xwe ragirî
newêrî bû
Arezûya pelîndar derbibirî…

Stêrên lerizandî
ji çavên te
Amajeyên xwestinekê vedidan
Bîranînan xwe dadidan…
Wê demê
hîrehîra hespê min te dibihîzt
li ser rîtma arezûya te dilîzt
mîna şehsiwarek evîndar
birîndar hatim xwar…
Dengê te
Xwe li nalînê dihûnand
Te bi hûçkên feriştan
Canê min dinixumand…

nêzî te
niha li vê nişîvê
li derengî vê şevê
li pildana dil mikurtêm
hîna tu qeşenga dîlana biharê yî
heyv di pencera te de ramyar Rewşa
hêviya belavkirina belavokan
bi hest û tiliyên dilêm
gul te dibijêrin
şahînşaha hilm û gulmê.
2/22/2019 z.
****************** *

I BUILT MY SITE FOR FREE USING