Girngiye ziman Li gor nerîne min ger mirovek an tevgerek dixwaze jibo miletê Kurd qenciyekê bike, çi bibe bila bike, lê bila wê tiştê bi zimanê Kurdî bike. Ji ber ku di heyama dûvdirêj de, tişta ku hebûna miletê Kurd garantî dike, zimanê Kurdî ye. Ger hemî dewletên cîhanê bi Kurda re be jî, ku Kurdîya wan tinebe ew ti carî ji bindestîyê dernav û bisernakevin. Tenê di nav xwexapandinê de bigevzin û hew. Axaftina bi zimanek din ya kurdî berî her tiştî qirkirina çandî ye. Mirov çawa dibe gulek ji bexçeya dinyayê jê bike, fêm nakim Pîvane girîng e. Mesela, komeke demokrasîxwaz li Kurdistanê civînekê li dar dixe. Qala girîngiya demokrasiyê dide. Heke ji bo Kurdan demokrasî neyê wateya ku divê hûn civînên ji bo wan bi zimanê Kurdî bin bin, nexwe, dê Kurd çi bikin ji demokrasiyê? Helbet ewil divê Kurd wiha bizanin. zindana mejî nezaniye, lewra Mejî rizgar bikin bi xwendinê. Tişta ku dilê te bixwaze, bike .. Tişta ku dilê te ji te re dibêjin, bike, û heke ku hebe Ku nehêle tu wê bikî, bikene û bêje ez ê rojekê çêbikî ... Xwe be, canê xwe be, kesê xwe be .. dilê te dixwaze tu çawa bî, wilo be .. dilê te hez bike tu çawa bî, wilo be, li wê tiştî bi kurdî bike.