{{total_min} min xwend
07 Apr
Li gundê me

Lukman Sileman


Li gundê min
Hemê ji xew hilçenî dî ku ew di xwêdanê de maye, tê de bêjê qey te li kaniya gund hilaniye, li dor xwe meyzand kes tune ye ji xwe re got: xwezî ez vê kêliyê jî ji xew şiyarne bûbam.
Hemê di xwe de ne dît ji ser nivînê xwe ra be, li ser nivînê xwe rûne çend kes ji kurahiya dilê xwe kişandin, bi xewna xwe ramiya ji xwe re dîtin: piraniya cara xewnê min rast, dibê ku bi xwe, dibê ku bi rastî, dibê ku bi rast min be ku ez jê bêre bêjim?
Da xwe rabû çi li ber pencerê sekinî, li celdê meyzand, celdekî xirab û xalî, ji çend mirîşkan ku li ber dîwarê pêşberî wî, di nav axê de erd dixepartin tiştek nebû. Her sê mirîşka bala wî kişand, yekî jê niklê xwe dixist nav pirtikê xwe û derdixist weka li nav digera, yadî bi lingê xwe ax dixepartin û bi nikilê xwe li nav digeriya, hemî li ser pencerdd mayî mayî. ji nişkê ve mirşîk li piya sekinîn, Hemê jî di odê de veciniqî, çavê xwe bi vir de wir de gerandin, dîmenê wan dîkek ji serê celdê ve tê, xwe ne pixaniye pirtikên wî gijbûne komberweor hû x ji bû Dîkek sipî û girse singa wî gazekî li pêşiya wî dimeşe, bi vir de wir de li dora xwe dimeyzîne weku pakiye ji kesî nayê, lewra ji bawer kirin bi gavin giran ber bi wan tê.
Mirîşka xwe veweşand, ew axa dinav pirtikên xwe di weşandin, ax ber bayê çû, mirîşk bi dûr ket ketin weku xwe amadedikin ji şahiyekî re. Mirîşkek sor di nav wan de bû ji teva bihtir li xwe miqatebû, sê yan çar zilik bi dûvê wê ve bûn, sê çar carî dûvre xwe vir de wir de hejand lê, ew zilik ne ketin, xwest nikil wwe navê wív. negiha wan. Her serê kêlîkî li dîk dimeyzîne weku Daxwaza wan ji ser dûvê xwe yê bavê wî ji beriya dîkê sipî bighê ceem wan. Hemê beşişî weku wî jî mexseda mirîşkê naskir. Mirîşka sor dihna xwe de roja ku wê dîkê sipî bigire lê ew jî bi zilamên ser dûvê xwe ve ye. Diyar bû ku tubî çare ji wan zilikan re nedît ji bilî ku xwe bi dîwêrr bi heskîne. Mirîşka sor serê xwe rakir li dîk meyzand dî ku çendîn mayîn di nav bera wan de maye, bilez bi şûn de çû heya piştaa wî li dîwêr sekinî û dûvê xwe bi dîwêr heskan êkwanin, êû , nîşanê mêtiyê li ser rûyê wê ji dawwiya gund xuyadikirin. Mirîşka sor çengên xwe bi devrûyên xwe de anîn, pirtikek li çavê xwe da weku çavên xwe kilbike, bi çagê dî çend pirtûkik li golîka xwe da û cihê xwe di masekinî de dît.
Dîkî sipî bi devekî li ken hat li ber wan sekinî li wan meyzand ji ser ê wan ta ta bi lingê wan yek bi yek weku wan sextî dike. Biqasî çariyek kêmtir pirtirîn li pêşiya wan sekiniye û li wan di meyzîne, dawîn çengê xwe yê çepê bilind kir û danî ser milê mirîşka sor. Şermî û şêwaza xwe li rûyê wê pêça, çengên xwe li hev siwar kirin û di nav kulanê gund û winda de bûn.
Dema ku ew ji ber çavên Hemê winda bûn weku ji xewek giran rabe nefretê ser xwe û tepa kir û ji xwe re got: ez weka dîkê sipî jî nayên?
Bi soza Xwedê ez vê carê Sînemê bibînim ez jê derxistim bêjim çi dibe bila bibe.
Domahî heye

I BUILT MY SITE FOR FREE USING