{{total_min} min xwend
01 Oct
Li bayê bezê

Li bayê bezê
Min êvara te bi bêhina evînê
Reşand.
Bi çend gotinên ji lêzêde hatin
Rewabûyî bi ava bêrîkirnê.
Min ruwê dilbijîna dilê te
Maç kir.
Ez û carinan em cengê dikin
Li ser çinîna berhemên
Dilşadiyê.
Ji bo bibin bazinek ji zêr
Di destên xemgîniya te de
Ku
Ji Despêka nasîna regezên te
Bi qeydên xemsariyê hat
Girêdan.
Ez xwe nakim pêximberê rizgarkirina
Êş û azarên gotegotên bê dawî
Ki kevin çi nû
Li ser hebûna te
Lê belê ezê timê şorşvan bim
Li dijî vê yekê.
Ta radestî hezkirina min te
Bibe.

Nayif çolo





I BUILT MY SITE FOR FREE USING