{{total_min} min xwend
22 Apr
Ji te wêda......Alaza xwe parasti ye

Ji te wêda?

Ji te wêda ji te wêda

Şevek reş bû ez çûm hewceyê

Jiyan li ber çavêm tarî

Wek dijiyam di xewê da!

Vî dilî tew kesek nedî

Li sîngê min tik tik lêda

Çavan radkim te nabînim

Dil xeriqî di holê da ?!

Min got: qey şabûnek hebe

Wê bidîta di todê da

Lê dinya tev virt û vala

Wek em dijîn di xewnê da!

Felaketa evîndaran

Ku yar rûne di bircê da

Dema ku gul bibişkuvin

Bilbi dîne di baxê da!

BK20.04.2019 serzorî



Alaza xwe biparêze?

Di asta evîna te da,
Min tîpek dît ..
Min pirsek dît ..
Min lavek dît.
Ez pê hatim girêdan!
Di paşûla te da,
Min buxçikek dît ..
Min girêkek dît ..
Te parasti bû,
Di wê buxçikê da
Niviştek veşartî bû!
Ew nivişt gotinek bû,
Ew jî diyariya min bi zaroktî bû
Yarê ku têde danî bû ..
Bi dijmin re ..
Nebêje bira?!.

BK21.04.2019 serzorî


I BUILT MY SITE FOR FREE USING