Dili dil bû ev pê pê ketim ez bi Ciwanî
Xortî bar kir kalî hat li ser min danî
Bila şewat bikeve mala xizanî
Pîr kirim ez belê wê bi dil giranî
Nema kes li dor min ji heval û hevalan
Tenê bûme hêlîna xem û xiyalan
Ban dikim ez nabînim kes tê di bangê de
Ta bi zar û zêçik hemî yên j'vî canî!
Çima wa bû? Li min dinya çi geniye!
Heyfa temen li ser çi ku ew boriye
Bêçar bese ma ji kê tu digaziye
Rewşa jînê ye ev lê lê bi poşmanî!
Qirşehîr.04.02.2019