{{total_min} min xwend
24 Jul
Hezar û çarsed sal?

Hezar û çarsed sal?

Hezar û çarsed sale bêkesim
Li civatan bê pare ez Husim
Di xewnan da wê bi xof û tirsim
Ji bo mafê xwe çima tim qelsim!

Ne yekem mi nas kir hewremezda
Ku nîşanî da cîhan ew xuda
Bi wî re siwar min guh bada hat
Axi ax sor kir ji xwîn lê ne besim!

Ji xelkê re rêber û zana me
Ji xwe re nezan û dûvik mame
Şekirim bo dijminî tê zame
Keda xwe didim lê b'xwe nahesim!

Ku mafê min xweş xweşim
Bira dibînim lê pê serxweşim
Dibim hişke dar fîkî naweşim
Li dijî dijmin kole û ne kesim!

BK24.07.2019 serzorî

Wêne dibe ku: ezman



I BUILT MY SITE FOR FREE USING