{{total_min} min xwend
06 Sep
Hatim

Kerîmo Jan Kerim

Hatim
Parastvan û ser kêşim
Bo gelê xwe li pêşim
Çalakvan û kelêşim
Hatim
gîrala yê welat im

Hîmekî çar perçe me
nêv xaka mirov xwe
Hilgêr Ala xwe
Hatim
Gîrla yê welat im

Tîrêjê roka xwe
Rengê kulîlkê xwe
Bejna çîya yê min
Hatim
Gîrla yê welat im

Evîndarê jînê me
Pakrewanê dozê me
Wefa darê sozê me
Hatim
Gîrla yê welat im

Egîdê Qorqemaz im
Kemal pîrê çav baz im
Bêrîtana gul naz im
Hatim
Gîrla yê welat im

Mîdî û mîtanî me
Sertacê kelhorî me
Mezlûmê serdemî me
Hatim
Gîrla yê welat im

Çîya bi çîya di gerim
Li bajara serwerim
Li Îmralî rêber im
Hatim
Gîrla yê welat im
Kerîmo

Wêne dibe ku: yek an jî zêdetir kes, mirovên ku li derveyî çalakî û çalakiyan hene



I BUILT MY SITE FOR FREE USING