Hûn biÇûkin…
Vedenga hilata VeŞartî
Di asoyên efrînê de
Beramberiya kûbanê
Bi paŞeroj û pêŞerojê re
Na jibîrkirina qamiŞlo
Ji xewna cegerxwînan re
hêêêy
Hûn li kune… bi kuve dirin…?
Carekê min ji xwendin bû
Careke din
Naxwînim ji tu kesre
Ta li ser min nebêje
Dînekî amûdiye
Xewnê ji xwe mestir
dibîne…
Belê… amûda
Di eŞqa vegera deŞtan
Ber bi Çiyê de… dîn çêbû
În dîn bûme pê re…
Dayika min…
Di nîva Şevan de
Veciniqî Şiyar dibe
hezar hezar deng
qêrîn… û hewar hewar
di guhê wê de
laŞên bê serî di hev wertên
û atewatên gewre
li ber Çavên wê ne…
xewnan
mîna amûda xwe
ne xewnê ji xwe mestir
dibînim…
hûn ji xewnan
bê par û biÇûktiiirn