{{total_min} min xwend
13 Apr
Hîvî yêt min bû miletê kurd

Vian AlNajar


Hîvî yêt min bû miletê kurd

Kurdina Rabin ser xû
Mesûd Barzanî bikin rêberê xû

desthilatt xû, bide êyk dû
fikrin dorû berêt xû

Bi çav ve vekirî tê telhêt xû
Bes bibe dijminêt êyk û dû

Xera kanî û rubarêt xû
Bes bide çiran û dijminêt xû

Kurdîna me çi kir bû bû paş roja xû
hinda nekin bi dest û xebata xû

Rabin kanî û Rubarêt miletê xû
Berdin ser êyk û dû bû xera miletê xû

Da mestir û qayimtir kin qeweta xû
Da nîşa Cihanê bide zîrekî û bizava xû

Bes miletê kurd bi kuşin bi destêt xû
Bes bi nivînin û belav bikin qeweta xû

Bes kefa dijmina û bê rehma xwe bi xû
Sala -1991 min dît li xewna xû

kanî û rubarêt kurda gehişti bin êk dû
Ez şanaz bim bi serkeftina miletê xû

Kurd rawesta bin di fikrine êyk dû
Bi keyf û şahî piroz di kirin serkeftina xû

Kurdistana mezin dirist bi û bi bî serbxû
Ez hişyar bîm ji xewna xû

Ez pişt rast bim ji kanî û rubarêt xû
wextê bi gehin êk û dû dê gehîn armanc xû

Em li hîviya çine? bese
Ma em têr ne bin ji halê xû?

Kengî kurd dê zanin xeletî yêt xû
Kengî kurd dê dirist û rast kin xeletêt xû

Da bibin heval ne neyar gel êk û dû
Kurdistana şirîn da bi kin yekgirtî û serbxû

Dr Vian AlNajar
8/20/2015

I BUILT MY SITE FOR FREE USING