{{total_min} min xwend
09 Feb
GERA LI EVÎNÊ


GERA LI EVÎNÊ

  

SELWA HESEN

  

Ez geryam li te

Dengek ji dûr hat

Ez ji te hez dikim ..

Ez geryam li te

Di nav pêlên deryan de

Di welatê bê behr û deryan de ..!

Di nav rûpelê dilê xwe de

Vegeriyam rûpelên pêşîn

Rûpelên ko te nivisan dibûn

Bi ava gul û çîçekan

Gulan digot:

Bêhna me der bû ji

Ewê evîna wey mezin

Rewşa min digot:

Lê ez dijîm li welatekî tev serme

Rehê dilê min dimrin

Li te digerim tu li ku ye ..?

Ez vegeryam li rûpelên paşîn

Tev de qitran û tarî

Nivisandî bû bi dilekî mirî

Em ji te hez dikin .. !!

Heger hezkirina me ne rast e

Ez jiyanim jiyanek xweşim

Keçek kurdim bi rih û canim

Ji we pir hez dikim

Lê hûn wek pelê darê diweşin

Bê rihin..li ser we diqeherim

Va min ew pelê dawî ji dilê xwe xist .. !!

Rûpelê pêşîn

Ji îro ji bo wan dijîm

Jiyanek xweş, bi êş, kul û derd

Ez geryam li miletekî ku ne canfiroş bibe

Rihê xwe ne firotî be xwînmijan bi erzanî

Keçeke kurdim bi rih û canim

Ez ji te hez dikim

Hîn guhdara gotinê tey xweşim

Temaşevana riwê tey geşim

Dengek ji dûr dihate min

Ez ji te hez dikim

Ez geryam li te welato

Welatekî bê mirin

Welatekî kurd ji xwe hez bikin

Min ji min jî hez bikin

Ez geryam li te welato

I BUILT MY SITE FOR FREE USING