{{total_min} min xwend
28 Feb
Fêsbûk helbesta min vedgerîn e

Boniye Cegerxwin


Fêsbûk helbesta min vedgerîn e

Wer civîna min tu yarê

Kêşeya l'pişt xwe bihêl ..!

Hibriyê j´ser xwe hilîne

Şehke wan biskên bi têl ..!

Carekê tu ji min re zîn be

Her bela Mem yê te bim

Dest û lêvên t´binoşînim

Nazika b'şêl û şepêl ..!

Ey şêrînê nazelînê

Zûke ez l 'bende te ..!

Da bi hevre geş bibin em

Vî dilê b'şeyda nehêl ..!

Dîtina çavên xemorî

Karxezalê ew bese!

Ta sipêdê mey vexum ez

Herdû lê guharên ter bi şêl

Wer civîna min şêrînê

Dergevanê te ezim

Bo te dildar her dimînim

Ey perîzada bi xêl ..!



I BUILT MY SITE FOR FREE USING