{{total_min} min xwend
17 Jun
EZ Û DEM

Ahmed Tahir


EZ Û DEM

Min sebeta kul û derdan vekir
Êş û azarên niha bûrî
Bi hêsrên dayikên kelû girî
Dara jiyanê pel weşandin
Di vê sala sala bê qudoş de
Çem û cobarên me çikiyan
Çûk û çivîkên welêt
Çêlîkên xwe firandin
Ji tirsa agir û pêt
Na na keko ez natirsim
Min mêjiyê xwe veşart
Di newaleke kûr û dûr de
Min çavên xwe girtin
Ez nabînim
Ez deng nakim
Serê xwe na êşînim
Kî dimre bila bimre
Kî direve bila bireve
Kî birçî û tazî be
Ev ne kula min e
Pişt kavilên wêrankirî
Di wê maleke talankirî de
Çîrokek ji azaran lidare
Tevlî şîn û girî
Qelenê nezaniyê
Qelenê kîn û zikreşiyê
Çanda ez eziyê
Di laşê me de çê jehr
Me dikuje
Me dişewitîne
Roj bê roj
Hêviyên me pûç dike ......
Ahmed Tahir

Wêne dibe ku: Ahmed Tahir, parkkirin, ezman, derûdor û çalakiyên xwezayî



I BUILT MY SITE FOR FREE USING