{{total_min} min xwend
29 Mar
DIRBÊSIYA MIN

DIRBÊSIYA MIN


Dirbêsiya min…
Metirse ji bêbextiya dem
Ez tim te himbêz dikim.
Bi şev û rojane.
Ez xaka te dipîvim
Bi hestên hebûna xwe.
Tê tim bimîne
Xetîra azadiyê
Di nav çavên sitema
Rûreşkên mirovatiyê de.
Tê tim bimîne kela ronahî
Di koşika demên tal û tarîde.
Tu kes nizane binixumîne
Di pexla bêxwedîka dîrokê de.
U tu kes nizanî veşêrî
Di qorzîka xewnên wenda de.

***

Erê dirbêsiya min
Ta ez hebim
Ez nahêlim tucarî dijmin
Li meydanên te dervezin.
Ê dêwen kenok
Kiryarên xwey keysebaz
Binimînin li ser sînorên te.
Ma ne şerm îro AHRÎMAN
Dixwaze kolanên te vala bike.
Û konên xweyî reş vegre,
Di nîva ahînên bêdengiya te de.
Û kurmê dilê xwe bişkîne
Li kêleka rondikê çavên te ..

***

Dîsa ez dibêjim
Dirbêsiya min
Tu agir li ser bişewitîne.
Ji ber ku,
tu nîşana azadiyê ye
Û kela mêrxasên Dimdimê ye
Ma wê çawa AHORAMEZDA
Bihêle MARSÊ Ixrîqê
Çirifîtkan bide xwe
Li ser xaka te
Û kela girî di qirika te de bihêle.

***

Erê dirbêsiya min
Tu rewşa hoza KîKANE
Bila çemê EKSOZÊ
Pesnê ciwaniya te bide.
Bila girê HESIKÊ
Ç çemê ZIRGANÊ
Di der mafê lehengiya te de
Xeberbidin.
Tenê ez karim bibêjim:
Tê wê û wê
Bibe guleke evîndar
N di nîva dilê min de bimîne.

Mesûd Dawid - Hewlêr

Wêne dibe ku: ezman, çiya, çalakiyên derveyî û xwezayî



I BUILT MY SITE FOR FREE USING