Dengvedana wê
Li xewnê min dide!
Dengekî dilsoj e
***
Anfal bi Anfal
Kulîlkan dadiweşîne
Bihara Efrîn
***
Setimandin
Giyanekî zerbûyî
Sûcdara çibû ??
***
Hildiqopirinin
Ji sîngê welêt !!
Bajarekî nemirî !!
***
Sê sal in
Herikîne, ranewestîne
Fermêskan zeytûnî
***
Destlimêj bû!
Hate qurban kirin !!
Pîrejinek
***
Têrtijiye buhişt !!
Xweda ku ve dibe?
Van giyanan !!
***
Yek bi yek
Bûn Anfal
Kevokên Rojava
***
Di hêlûna xwe de
Cangorî bû!
Zeytûna welatê rojê
***
Piştî jiyana jiyanê
Li destê dizan qurban bû
Xweşika Serê Kaniyê
***
Şevkorî
Bêyî desmal sêwîne !!
Kaziyên zeytûnî