{{total_min} min xwend
04 Jun
Demikî ne tiştên ku diçrisin Tenê,

Dildar Ashti


Demikî ne tiştên ku diçrisin
Tenê,
awirên te sermedî ne
li rastiyê dipirsin.
Tenê,
rêka ber bi evîna te vekirî ye
derbirîna melavê
Ber bi nalîna te de peyv û girî ye !!

Soza te dil ronî dike
Di derbendên dozê de
Ez hûçkê te bernadim
Di bager û bahozê de !!…
Ger fir henewe
Melevanê firewaniyê kenê te
Dîn im
di avjenîna derya rondikan de
Tûnêlên hat dîtin kolan
Winada kirin koç û kerwan
Tenê,
siwarên êşa bilind
Xwe li çirisîna dengê te digrin
Tu bûyî rêber û rêbaz
ser şopa te dikudînin
hemî vîndar û awatxwaz.
4/6/2019 .z
***********************

Wêne dibe ku: yek an jî zêdetir kes, mirovên ku li derveyî çalakî û çalakiyan hene


I BUILT MY SITE FOR FREE USING