{{total_min} min xwend
25 Mar
Cejna Newrozê

Vian AlNajar


Cejna Newrozê

Newroz cejna kurda ne

Keyf û şahî têdane

Seyrana şev û roje

Bu kurda gelek xoşe

Hemi kurda biryar dan

Newrozê bikin nişan

Bu kurdistan ciwanek e

Serê çiya di xemlînin

Qaewqa agirî di rewşa

Da Newrozê pêk tîne

Li Newroza pir ciwan

Kurda bersiva xu dan

Gel êk û du rawestan

Van hemî sal û zeman

Da diyar kin bû Cîhan

Agir ew nîşanîye

Qewet û mêraniye

Ronahî û başîye

21 adarê

Mêju weki piroz bi

"Kawê Asingir" rabi

Ew bapîre kurda bi

Dest bi şoreşe kir bi

Êerê zalimi kir bi

Pê meşxela agiri

Rizgar bi ji dijmini

Bu kurda diyar kiri

Rakin zilmê û zalimi

Ew roj bî Newroza me

Ezîze li ber dilê min

Gelî kurdêt Cîhanê

Newroza me piroze

Dr Vian Al Najar

I BUILT MY SITE FOR FREE USING