Bidilekî sar
tûj û pir gemar
agirek bikîn
bê rû û bixwîn
Xwestekên neyar
Biçih dibe yar,
Kerr û lal û gêj
ziman jî dirêj dibe
Xweşyê dizîn
kûr kirin birîn
dîtî û dar
tûpişkin û mar,
birînek neçar
çandine liwar
delala şêrîn
diderya qêrîn
gazî û hawar
na xwazin buhar.
(Rojdiar Hami)