{{total_min} min xwend
26 Jun
'' Bavo .. başe te ev bêtar ne dîtî ''

'' Bavo .. başe te ev bêtar ne dîtî ''

Serè kaniya mey tije dem
Di destê ejdîhaya de
Di destê segên har de
Di qurmiçe
Em kelepçekirîne
Hûn kelepçekirîne 'bavo
Em ji dûr de dadwerivin
Hûn nêzîk dadwerivin
Li wî ciyê we bilindtir
Serdemek zêrîn heye
Kildankê mey bi we re
Xwîna kezebê ye
J li jêr
dasê kuşdaran hebûna me diçe
xeftan û rewşa bajêr
di hilma wanî genî de difetisin
rojê pênc caran qedexe didin
(Kuştin kuştin 'ne b'kuştinê be em bi van re were gotin)
Kurd bê piştin
Bê niviştin.
Bavo başe ko te ev bêtar ne dît
Te tim digot: çep û rast başûr û bakurê me tev dijminin)
Te tim digot: qelew ne bin 'ko gur hat we hûn birevin)
Em jî 'li ser xêzikên rastiyê
me bawerî dilîskandin
Em çi feqîr bûn
Em kiwîr bûn
Heya min çavê xwe vekir
Dêw û pîs û xinizkara agirê xwe
Bi darên min
Bi bihn û bîranînên min dadane.
24 * 12 * 2019

I BUILT MY SITE FOR FREE USING