Barîn ji nêzla zeytûnê
Tayê porê te ji sîratê
Ez te nadim bi fîrqatê
Termê te yi ku li qadê
Jê bigrin xweş îbratê !!
Bila cîhan te bibî ne
Xweş ibretan jê bixwîne
Teres ku arê hilîne
Bû nîşan li axîratê!
Keko negrî ev normale
Min dikare daye bo hevale
Ta nemînin kerr û lale
Hêdî bes xew li te natê ?!
Bi saxî ev can bi sam bû
Li gel wekî wan heram bû
Hîro ji pîsan re eyam bû
Ev kiryar ji ola wan tê!
Ev tev mirûdên umerin
Ew dijminên pêxemberin
Wekî hecac lawê kerin
Xweda ew dan ji lenatê!
Ez çi bêjim bê wate we
Zendevîsta min bi xweye
Hewremezda banga meye
Kurdo! Bike taqîbatê ?!
Kurdo! Ev cara dawiye
Dest bi hevdin ew reviye
Va'd gêjgerînkê wer biye
Çi lewazî rev li wan tê!
Çayê lêlûn pir hêsane
Pir b'same ciyê şêrane
Miştenûr li pişta wane
Bang û medet ji xuda tê!
Barîn wek nêzla zêtûnê
Li wan wekî agrê êtûnê
Ji avesta da mizgînê
Koletî hew li wana tê!
BK03.02.2018