{{total_min} min xwend
27 Feb
ـــــــKEÇA TAVÊـــــــــــــ


Dildar Aştî


KEÇA TAVÊ
Dîroka min ji kenê te dest pê dike

Tu di vê bahozê de
Di bagera agir de
Xweendî xwe payedar dikî ?!
Di ahenga evînê de
Di henteşa birînê de
Xweendî xwe nazdar dikî ?!
Serê qawan û gangulokan
Bi xunavê radişoyî
Bi sîtava çavên xwe
Reng didî pûng û rîhanê
Serrûkê dida alî
Tu heyvê tînî dîlanê…

Evi evîne bipêlên xwe
Te hildide evrazan
Bi hesanî vedikî mamik û razan
Jîwariya xwe bi destên xwe çê dikî
Bi guhê dawerê digrî
g li gorî vîna xwe wê bi rê dikî ?!

Keça tavê !!
Dîroka min ji kenê te dest pê dike
Dasîtanên leheng û pêhlewanan
Çîrokên evînê
Dîlokên palan
Di gernijîna te de pûxte Rû ..

Nasnama xwe bi te dît
Nema êdî pêdiviye
rûpelên dîrokê vekim
şûnwaran bixepêrim
tenê ji bo biçespînim
ne canwerê efsûnî me
ne ji lewza dawerê ez derketî me ...

li vê derê

sirûdê amade dike

Zarokên êşê Bi nirxên

azadiyê perwerde dike.
bangewazan bi wate û sûde kirin
Zarokên êşê
Bi nirxên azadiyê perwerde dike.

2/20/2019 .z
***********************--------

I BUILT MY SITE FOR FREE USING