Bi boneya Roja Zimanê Dayikê
Erê kurdo
Erê kurdo xwe tê bighîne ... ta vê serdemê
Bo çi jar û belengazin bê serwer û bê xwedîne
Dayka mezin perîşan û bi nalîne
Erê kurdo xwe tê bighîne
Raste ku em netewekin
Dewlemendin bi zaravan û çendîn ol me dêşîne
Emin kurmanc û sorîne
Lorî û zazakîne
Musulman û xiristyanin
Cuhû û elewîne
Şebek û êzîdîne
Ev nav hemî min ew nevên
Ser êşanê bo min û rojka mezin bixwerebûn
Evin egerê ku neyarên me
Bi hêsanî xuya serwer li ser serê min
Bi yek agirî me disotîne
Dibên evin kurdin kurdistanîne
Bese kurdo xwe tê bighîne
Xelk çûne perê asmana .... perçên erdî li merîxê kirîne
Hîn em evdalên asoyên teng
Xwelyê bi ser serê xwede dibarîne
Ji roja xwe emjî dilê dayka mezin disotîne
Ev çine kurmanc badînyên jor û jêrîne
ev çine zaza û lorî û soranîne
musilman û elewîne
xiristyan û êzîdîne
cuhû û şebekîne
bira min nevên ev nav bi car
di nav mede de wekî wekî gurên har
li me diyar payîz herdem buhar
jiyana min ne baştir ew ji mar
kurdo eger tu be serwer
çavan geşke bi ala kesk û sor û zer
bi serfirazî da tu bijî l hemî der
xwe rizgarke ji asoyên bê ser û ber
xwe tê bighîne .... derman ew
çi rastîyên din ji bilî wê pê nayê
netew yeke .... dîrok yeke
war yeke ... ziman yeke ... berjewendî yeke ... êş yeke
ne badînyên jor û jêrîne
ne zaza û lorî û soranîne
ne musulman û xiristyanîne
ne cuhû û êzîdîne
ne şebek û elewîne
tenê kurdin kurdistanîne
tenê kurdin kurdistanîne
lawkê Hacî