{{total_min} min xwend
24 Feb
ــــــــــGora çokêــــــــــــ

Reber Hebun


Gora çokê

dûr neçe, eger dilê min çû
windabû
bê hêvî ne be
eger dilê te helya û şikest.
ez kîma nizanim ez kîme?
Ji dema ku min şopa biveyê bir
ji dema ku min ji tariyê hez dikir.
Ji dema ku berf ser lêvê heyvê vêket.
Ez ser pira Feratê rêwiyekim.
Irs metirsiyên min ser serê daran digrîn
hewldidim bi evînê bimrim
di cîhaneke tê de dilên ji kevir bicih dike
çavên te bedewtirîntirîn daristanin
di te de jiyan, awazeke berve koma ye
di sihên gewdehê te de daristan û darên kajê ne
il hilma reyhanê ye
deşt û kendal e
û zeviyên zeytûnê ne ..
ser dûm bawer dirazin
hilmek razabû
belavkirî weşan bû
li vir tu hîn digrî di hundirê min de
di bendemaniyê de
xemgînî ji temenê me de didize
tu dimînî mîna helbesta min birîndarndarî
bi hêsrên çavên te yên awiran dixapînin
ez çokê wek xwe dudilî dibînim
çavê xwe dide penceran
ji rêwîtiyê hez dike
firindeyan ji min re gazindên êşên wî dikirin
wî ser bilindiyekî dît dît ..
dema ku jiyan xwe bi dawî tîne
min li ser rêyan
di ax de
gora wî vekûland
dilê wî yê ku bi bêdengî ye
keta kûrtan
.

I BUILT MY SITE FOR FREE USING