{{total_min} min xwend
06 Sep
Şervan Hesen Mihdî

Kerîmo Jan Kerim


Şervan Hesen Mihdî
Îro ezê darekê çil û yek
Ko pel weşandine
Pel bi pel ji tere bixwîn
Tara te
Berya ko zîl bi de
Bê pasvan û avdançî ma
Bi tenê
Li dor wî pênc gulin melûl
Ike dayikek hustu xwar
Di bin paşila wê de
Sê lawin por sipî
Dar mezin bû
Bilind bû
Ser Li ser milê xuşkan gerya
Him di himbêza biran de li Bavê xwe gerîya
Erê şero
Navê Bavê xwe li biçûkê xwe kırın
Jêre digotin
Hesen yabo
Hesen yabo bû gerokê malê
Bû kenokê mal
Bû sebir û hedana malê
Hesen yabo
Bavê metka xwe û Bavê dapîra xwe jî
Hesen yabo
Ji himbêza mala xwe pekya
Û ket himbêza bajarê Qamişlokê
Bû ziryan
Bû kenê tarê û geh jî ser êşê tarê
Hesen yabo
Ji nişkave simbêlan riwê wî
Neqişandin
Û bû Ciwan
Bû xort û zîlam
Û bû yabo
Bavê xwarzîkê xwe
Ken û gopalê destê wan
Bi wan re bûn zarok û lotik dan
Bu pişt
Tirs di çavê wan de tê kuştin
Bû heval bû bermal û bû her tişt
Şervan ê Heso
Bavê te bû Bavê dayik û xuşik û birayê xwe
Mezin bû û dil jî pêre
Bilind bû bû dareke şax berdayî
Sîk da der û dor
Metik û xaltîk
Xal û ap
Ê sê Birayê xwe
Erê Şervan
Bavê bav ne dî
Lê bi du dayikan
Bi du himbêzan bû
Him Li himbêzeke din digerya
Ji gulekê çû gulekê
Û dayika te
Li wir roj bi roj mezin di bû
Û bû Sitêr
Û Bavê xwe li ronahîya wê girt
Jibo wê şer kır
Jibo kefte hişt kır
M bi miradê xwe kir
Li Qamişlokê bû dengîn
Hesen yabo
Di be zave
Lê çi zave
Bejin zirav û çav kaniyên bı evîn
Por reş û bi tembelî
Qamişlokê jibo wî Kenya
Û govend û gerand
Û wî govanda Sitêran di dil
Xwe de gerand
Mîna du kevoka
Ji şaneşînê firyan
Bajar bi bajar
Welat bi welat
Derya bı Derya gerîya
Roj bi roj dayika giran bû
Û Li hêlînekê xebtîn
Erê Şervan tu di bû
Mêvan
Mêvanekî xweşik
Mêvanekî bedew û Nazdar
Ma kê û ne kê
Bi hatina şane bû
Hesen yabo
Te mîna
Rosêtekê bi ber sînga xwe vedikir
Êdî Tu bû yabo
Bavê metkê xwe
Bavê apê xwe
Û Bavê dapîrê xwe
Ax ji nişkeve û yeke car bû
Hesen yabo
Ax biçin
Xwa mi serê min dêşe
Hesen yabo
Zû here cem textor
Hesen yabo
Tu çû
Erê xwa mi erê ez başım
Li hîske hîska dayika
Guh çrandin
Û damarê dilê metê te qetandin
Erê Şervan
Êşeke dijwar
Nexweşîke bê bext
Bavê te dor pêç kir
Hêza wî dizî û mîna gornebaşekî
Goştê wî hestî wî dixwar
Li bi serê te Şervan
Nikarî bû hêvîya wî ji çewisîne
Şervan Bavê te Şervan bû
Şervan Bavê te comerd bû
Dil mezin û Dilovan bû
Kêlî bi kêlî

I BUILT MY SITE FOR FREE USING