{{total_min} min xwend
28 Sep
ÇEMEK JI XEMA


ÇEMEK JI XEMA

Ji pêsîra niha
Kavilên wêrankirî
Ji jana kulû xemê
Çavê sor ji kelûgirî

Sed axîn dan e dil
Pora reş min spîkirî
Ew şûva me çandî
Ker di nav de zirî

Birîn di laş de vebû
Damar ji xwînê herhirî
Tîr di dil de çikandin
Kevok ji hêlînê firî

Bostek nema bê xwîn
Bixçe ma bi gîska gurî
Dil tije ye qehr û kîn
Iblîs di rengê perî

Min sînor derbas kirin
Dest û lingê çirvirî
Tirko em xistin bazaran
Beşek di derya werkirî

Sed tif li vê dem
Ji mer diyar penaberî
Ser serê min kom bûn
Hemî tolaz û serserî.
Ehmed Tahir

Wêne dibe ku: Ahmed Tahir, û nêzîkbûn




I BUILT MY SITE FOR FREE USING