{{total_min} min xwend
24 Aug
24Aug

Hêsirên çavan

Hûr hûr di barin

Nalîn û xema dila

Mîna zalokê kalin

Dayka şêrîn çav qurimîn

Li hêviya lawkê bin çav kirin

...... Her Dem

...... Her Gav

Dûr dûr di nere û dike qîrîn

wa ........ lawê şêrîn

wa ......... lawê delal

wa ...... ciwanê min

Qey tu bi hewara min na yê

Dilê min peritî hilweşiya

Hêsirên min ziwabûn

Dengê min çû nema tê

Ew çi kesin ê ku tu bin çav krin

Ne bêje min ew bê daykin

Ta dar di girî dema ku şaxê wê dişkê

wa ... çavê min

Ez her roj di mirim sed car

Gulên dilê dayka te naiyên hejmar

De wê dilê min bi oxra xwedakî dilovan

I BUILT MY SITE FOR FREE USING