Hevpeyvîna bi Helbestvanê kurd û Amûdî Re Meşel Yûnis
Hevpeyvîna bi Helbestvanê kurd û Amûdî Re Meşel Yûnis
{{total_min} min xwend
Meşel Yûnis xwediyê dîroka helbestî li gel karê hesin karî xwe fêrî zimanê kurdî kir û bi herdû zaravên kurdî di nivîse
p/1 Eger ji te hat xwestin , tu xwe bide pênasîn , tê çawa xwe pêşkêşkî?
Bersiv
Navê min meşel yûnesLi bajarê amûdê ji dayikBûme Sala 1953Bi zimanê erebî min 6 Sala xwendiyePiştîmin dev ji dibistanê berdaez li ber destê bavêXwe ez bûm hostê hesin dema go ez Vala dibûm min pirtûk dixwendin min Bi zimanê kurmancî Bi tîpê soranî helbestê melayê cizîrî dixwendin
p/2 Gelek weşanên te yên helbestî bi du zarava ne "soranî û yên latînî" mebest û name çi ye? Bersiv
Ez Bi her dû zarava dinivîsim da ko her kes karibe bixwîne
P/3 Helbesta kurdî gîhaye çi astê gor helbesta gelên derdor ?
Bersiv
Di nerîna min de helbesta kudî ne kêmîHelbestên derdora me ne heger em bînin ber hev ji dema Kevin de helbestvanê kurd dengDane bigir ji Eliî herîrîÛ melayêcizîrî û ehmedê xanê û feqê teyra wê demê dasitana memû zînehmedê xanê çîroka mem û zîn hemû bi yekHelbestê nivîsand humberçîroka RomyoÛ colyête niha jî helbestvan mîna ceger xwîn û seydayê tîrêj û yûsiv berazî û seydayê keleş Ewan ji helbesta kurdî gîhandibûn astekBilind piştî wan di vê demê de jî helbestvanêKurd dîsa gîhane astek bilind ez navê wan nabêjim belkî ez navnaNeynim ziman tirsim dilê xweji nin bigrin
p/4 Tu helbesta bi şêweyê nûjen dinivîsî , çi cudahî di navbera helbesta kevnar û a nûjen de heye?
Bersiv
Weke tê zanîn ko helbesta nûjen ne gelekî Kevine piştî Sala1980 xuya kir û xelkê me xwendine dema tu helbesta nûjen bixwîne Xuyaye ew ne helbesta Kilasîke ezmûna yekem Şêrgo bê kes pê nivîsandiye helbesta nûjen bê sînore azade bê movike bê rêzbendiye ew jî taybetmendiyek wê heye divê ji hêla wêne û kilîşan û wateyan têr û tijî be lê dema tu helbesta kilasîk di xwîne ew jî mîna helbestên farisî û erebîBi wêne û moviek û mozîk û kilîşan tijî yeJi ber wilo ne her kes Kare helbesta kilasîk binivîse
p/5 Wekû kesekî ji nifşê kevin , çîroka te û fêrbûna zimanê kurdî çawa dest pêkir?
Bersiv
Di dema berê de radyokHebû ji eyran weşana xwe bi zimanê kurmancî her roj seetekê diweşand di nav birnamicê xwere carna helbestê melayêCizîrî dixwedin min gelekî ji helbestê melayê cizîrî hizkir û hema ji wan roja
p/6 Çi rola tevgera kurdî a "ramyarî"- partîtî- di fêkirin û belavkirina zimanê dayîkê de hebû , berî "buhara Erebî"?
Bersiv
Partitî di wê demê de fêrkirina zimanê dayikêhebû lê bi dizî û carna eşkere bû wê demê di newroza de Kom hebûn ew fêrî ziman dikirin da go ji bo şano bixwînin û ji bo xatirê cejna newrozê pêş kêş bikirin di wan dema de ji bo newrozê hikûmet ne di xeyidî wekî din jîli mala me xwe fêrî zimanê kurdî dikir ji xwe hew ev karê me bûHer hike hinek fêrî ziman dikiringelek caran mebi xwe sûd jê dî zimanê dayikê gelekî giringe ji ber êgo zimanê wî hebe ew ji heye ziman hebûn û Nas nama me ye wê demê ê go bi zimanê kurdî zanî ba qedrê wî hebû
p/7 Tu bi çi çavî li helbestvanên nifşê nû dikare binirxîne , û çi pêşerojê ji helbesta kurdî re dibîne?
Bersiv
Helbesta kurdî berê jîdi wansalê dawî de jî gavên xweşik bi pêş de avêtibûnDi dema ceger xwîn û seydayê tîrêj û mamoste yûsiv berazî û seydayê keleşHelbesta kurdî gîhandibûn astek Bilind û niha jî helbestvanê kurd karekî xweşik dikin gelek çalakiyê wan hene her sal mehrecana helbesta kurdî li bajarekî li dar dixin û hilbstvanekî hildibijêrin û wî xelat dikin û çi helbestvanêGo çûne ser dilovan ya xwedê her sal bîr anîna wançêdikinniha tu here pirtûk xana pirtûkênbi zimanê kurdî çi helbest çi rûman çîrok gelekî pirin lê mixabin xwenidevanê bi zimanê kurdî gelekî kêmindivêDi riya partiyê kurdî reXelkê me ê nizanibe bi zimanê dayikê bixwîneDivê wî ew wê fêrî ziman bikin ma na xwe em van helbesta ji kê reDinivîsin dîsa ez dibêjim xwendevanê bi zimanê kurdî kêmin
p/8 Wek pênasînekê bide van gotaran :- zimanê dayîkê...- Kuçberî...- helbesta nûjen...- helbesta kevnar...- pêşeroja kurd...- rewşa partîtî...- welat çi ye?
Bersiv 1/Zimanê dayikê..zimanê dayikê nasnama meyeHebûna me ye
2/Koç berî..ew kesê go bi zorê wan ji welatê wan derdixînin û guhertina dîmigrafî çêdikin û wan dikin penaber
3/Helbesta nûjen..ezmûneke nû ye li cem me kurda Helbesteke azade bê sînore piştî Sala 1980 hatiye bi kar Anîn4/Helbesta kevnar..Helbesta kilasîke
5/Rewşa partitîHeta partiyê kurda xwe ne din hev û nebin yekew t carserkeftinê na bînin
6/Welat çiye ..welat hebûna me yeWelat jiyana me yeWelat şeref û namûsa me ye welat her tişte
p/9 Nivîsandin û weşana di tûrên civakî de , gelo diyardeyeke başî û kêmahiyên wê hene , wek kesekî xwedî ezmûn tu dikarî başî û kêmahiyên vê diyardeyê şîrovekî?
Bersiv
Çi nivîsandin û weşanên civakê hebinHeger ji bo bercewendiyê miltbin ew weşandinbaşe ew karekî pîroze em hemî pêreneLê nivîsandin û weşanên go dev bivêjinHev ev bû ne başî û kêmanî ev kar dibe dijî bercewendiyê miletê me gelekxelk hene pênûsê wan jehra silêmaniye û gelek jî hene pênûsê wan dermanin ew xwedî ûjdanin
p/10 Ragihandina kurdîli kur e , tu çi pêşerojê jêr dibînî ?
BersivHeger kurdê li her çar perçê kurdistanê bibin yekû Raya gişa bibe yek yek serok yek miletYek al û yek bawerî ûbiryarê wan ji cem wan bin wê çaxê wê her tiştî bi dest xin ji ber ew xwudî mafin û heger ewmîna niha Bela wela bin ewê tu carî ni karibin tişkî bi dest xînin
p/11 Tu dixwazî çi bêje şopînerê kovara hêlma bi zelalî?
Bersiv
Kovara hêlma kovarek civakî ye dergehê wê ji her kesî re vekirí ye çi kurmancÇi ereb çi birayê menî xiristiyan cidahî li cem wan tuneye gelek mamostê qencendamê wê nenama wan ji xelkê re hizkirin û aşitî ye silavên germ ji dilê xwe ez ji wan re dişînim û bi taybet mamoste gêvara meeo ez ji wan re serkeftinê dixwazim ew her şad bin rêz û silav ûgurzek Gul