Helbest: Rêber Hebûn
Ger ew
serok koça xwe kir
gel wê îro hezar serokwezîr
em ew gelê Kurdê resen
xwîna me afirand dîrok
ger em nebin dewlet û hêz
ger hilnedin ala bi rok
jîna min wê bê wate be
azadî wê bibe çîrok
bajarê bedew jîna me ye
paytexta qumrî û kevok
dapîr û bapîr û bav
ezber kirin ew mak û kok