{{total_min} min xwend
roj û helbest

yekdilî

Gwîzanên manê
Hedara min diqelêşin
Metirsiyên biyaniyê
Xewna min digvêje
Li çavên te vedigerim
Kenê heyvê
Çirûsk û roniya peyvê.

1/26 / 18.z
********************



Rûxandin

Demsalên rûxandinê
Li yek hawî kar dewleta
Pêl şepêl
li me tarûmar dewleta
lavedar û rêbiwar
li min dîn û har dibûn…
siwarê hespê perdar
stêr bo me nanîne xwar…
tarî me diçirizîne
mizgîn naçirisîne
Hemî çav tolaz û pûştin
helbestên min
xwe di tava heyvê raneşûştin.
12/21 / 201z
**********************


NIJDE
şev e…
nijde bi rê dikeve
wawîk ji kunê direve
di tûnêlan re dibûrin
Mest û gêj
dêris dewleta
hemî lavêj û nimêj…
min wêneyê Ahrîman
siwar didît
li ser pişta ker ê,
pixember
axirzeman !!.
12/16/2018
****************


Pirsa hişmend

Çemê xwînê
bi himhim û nalenal e
çêj û xwîzîya jiyanê
di gewrîyan de tal e…
pirsa hişmend
di pencera sosretê de
ne tête tevizandin
Da, iş çi bablîsok e?!
Ji hêrza pişkandina çi "yezdanî"
Hatîye aferandin?!.
Ji tirsa çi şapatê
hatîye raperandin?!.
12/18/2018 .z
****************



Na xema min… !!
Li raserî qêrîna te
Cîhana şaristanîye ne razaye
Kirasê wê li xernûfê ne geriyaye
Padîşah e
siwara pêla derya ye
li dîmenê dinihêre
gernijanan dihinêre…
çalak e
ne wisa bi hînûmîne
sotemenîya alava wê xwîn e
li gorî hewesa xwe
bablîsokan digerîne!…
12/18/2018 .z
*******************



Serpêçî

dîn im di çerxa rê de
qalikê hiş vedi

I BUILT MY SITE FOR FREE USING