{{total_min} min xwend
Rebeno kurdo


Rebeno kurdo

azadî osê


Dinya tevî xwedê li min dît yek
digotin bi dorê ye çerxa felek
Rojek wê bê Kurdistan tev yek e
azade xwedî al û yek serokek

Gorî û xwînam ji mêj ve diyare
hespêm li qoşe mêrxasêm siyare
Xelk bi dijminkî ne min sed neyare
bextêm reşe xwedan nealîkare

Mêjûya min vegerandin zindiyê
dilsozê ola ez bûm xwediyê
Bindest û perîşan param ketiyê
ev çi ol di l 'serê kê kim xweliyê

Mame girêdayê ola û qeydan
bûme sosyalîst dawiya miletan
Min didîtin kafir wan şêx û melan
wan jî ez firotim dane bi erzan

Jîro jî dîrokam na neçêtire
partî û sazî ji milet bêtire
Ev qelsiye dijmin ji min xurtire
ka em bibin yek ji mer bikêrtire

Derfet li dare şerm bikin ji hev
xwedê jî alîkare desta bide hev
Tolhildana şehîd ronî bikin şev
azadiya welat diyarkin li hev

De bila Tiramp û Makron û Botîn
Min nekin bazar kê firot û kirîn
De bila Erdogan xwedê gir û kîn
bila şanebe bi Zeytûnê Efrîn

Kurdistanam keleh û berxwedane
Yekîtiya Kurdan bo wê dermane
Dora min ferman fermane
Piştgir îro xwînê û teva cîhane

Azadî Osê 2/1/2019





I BUILT MY SITE FOR FREE USING