{{total_min} min xwend
Pildan......Kerekoz.....Çarenûs


Pildan

Ez ne peza qurbanê me
Danzdanan bertîl kirin
Zebanîyan haş bikim…
Pildaneke azad im
Ciwanîyê dişopînim
Ji nav kelaşên rojan
Siparişa yara xwe direvînim
Li pey rêberê debengî
Nabim peya û kerî
Laqirdîyên tilîyan
Bi goşîyên xewnê re dibim serî.

13/1/2019

**************************


Kerekoz

Kerekoz in
Bê deh in
Bê armanc û bê soz in ..
Hin debengî
Hin pêwanên bi kirê ne
Ne van vê bagerê ne
Geh dibînim
Bi rengên şoreşgerî didebixin
Geh dibînim
Li ber gefên nijdevanan
bê şêwe û qilixin !!.
1/13 / 19.z
******************* *


Çarenûs

Ev serê min e
li qûntaran digindire
xwîna min e
di karîdoran de ditewire
di nav toza êrîşan de
gewdê min digevize
tiliya metirsîyê
ber bi min de ditevize
dilên yaran îse
Şoreşa min çarenûs e.
1/13 / 19.z
****************

I BUILT MY SITE FOR FREE USING