{{total_min} min xwend
Min di roniya çavê xwe de veşêr e

Boniye Cegerxwin


Min di roniya çavê xwe de veşartêr e
Min razîne
konîkên çava li min bigre, mijankan bi ser min de raxîn e
Bi salaye bi agirê evîna te dişewitim bese agirê xwe sarke roniyê Li min vemrîne.
Bi evînî dilê min hembêzke, jînê li min
vegerîn e
Kirasekî ji reşa şevê bi ser min de berd e, dora min bigre, hênik bike lavijan ji min re bêj e, bi dilovanî min di ber sînga hestên xwe de bilorîn e
Beşdî beş e! Birînên min pir kûrin
êşên dilê min bê dawî ne
Dixwazim di roniya çavê te de binivim, di heyva jiyan te de, derûn herdem xwe bibîn e
Tenê bi te re, dilê min wekî we, ji lewra xwest li cem te û xwe vehesîn û tenê bi te re hoşê min wê karib e xwe vejîne
De ka êdî delalo were min di hestên xwe de bipêçe, derûn rihetk e
dilê minî birîndar di xew xîn e
Da karibim bi te re sîberan wesûnînim
xewnan ji nav baskên şevê birevînim
hêviyên xwe teva bi cîranê bînim û di hembêza çavê te de, dilê min timî xwe bibîn e
.

I BUILT MY SITE FOR FREE USING