{{total_min} min xwend
Keça berfê

Keça berfê

Dildarê Aştî

Li ser kîjan quntarê xwe ragirim
Li keviya çi kaniyê
Bi tiliyên hedarê mijûl bibim
Ç Çawa çipilkên katjimêrê rawestînim
?! Bûyerê paşwext bikim

Hatina te dereng ket
têl û netêlên telîfonê hatine birîn
Kev ketiye reşa tîr
Pêjna te
bêhna pûngê nafûrîne
Kenê te
Sitêran naçirisîne
Kulîlk û gul
Di neynika dêmên te de rûnadin
Çav li hawîrdor xayizin
Û perwane
... !! li dora mijgûlên te naleyizin

... Lîlo..lîlav..lîlavê
Hogira nêrgiz û avê
Keça befrê
Hevala gezmax û rê

di hinavê min de
Kaniyek bikel digere
Di hişê min de
Hewar û govend û şer e
Jîro jî
Şopa kenê awatxwaz
... Li ser anya vî welatî wênekir
Xêzeke xwîn
Di nexşa xewna min de te zêde kir
. 6/27 / 201z
****************** *

Dildarê Aştî

I BUILT MY SITE FOR FREE USING