{{total_min} min xwend
Helbesta S.Cegerxwîn ji bo bîranîna pêşewa Qadî Mihemed

Boniye Cegerxwin


Helbesta S. Cegerxwîn ji bo bîranîna pêşewa Qadî Mihemed

Xakî Kurdistan bi qurban pir ciwan û paqij kirin
Xwîn rijandin pir kurên te li wê alî rijî
Miletê kurd ta ku sax e ew ji vê rê nagerî
Aferî ... Aferî
Qadî Mihemed aferî
Ev ne şerm e ku em di rêça pêşketin de şer dikin
Da Tiroman znibî em xweş nijad û miletin
Dê bikin em tim bi wî re dijminahî, berberî
Aferî ... Aferî
Qadî Mihemed aferî
Qembera zera atomî zereyek nabin ji dil
Serê xwe najî miletê kurd ta ku ev zencîr li mil
kes bi lavlav û bi dîlek vê berî nabin serî
Aferî .... Aferî
Qadî Mihemed aferî
Ey Tirûman kuştina qadî Mihemed ka çiye
Qey edalet tim wusa, hukmê dimuqratî ye
lê bi kuştin û bi zindan miletê kurd namirî
Aferî .... Aferî
Qadî Mihemed aferî

I BUILT MY SITE FOR FREE USING