Hîna tu derbas dibî
Hîna,
tu di vê kolanê re derbas dibî
Dengên nesaz
Ritma meşa te naşikînin.
kulîlkên bendewar
di qelşên dîwaran de
serê xwe pêşwazî te dihejînin…
Tu şopa xwe
Bi sirûdên evînê vêdixînî
pertewa kenê
Li baxan tu dikî belav dike…
Li dawîya wê derbendê
Destê te liba dibe
Li dawîya wê tûnêlê
Çavên te vêdikevin ... !!
Di xulgeyên şînê de
Destê xwe
Li pêjna te dipelînim
Geşbînîya jîyanê
Ji dêmê te rûdide ...
Dibim şehsiwarê ba
Nameyan belav dikim
Û gastanan
Bi bangên te bi nav dikim.
1/4/2019 z
******************