Hêlan e
Wiha tê
Wiha nêzî
Û bejna te ya şox
Di bayê Sibatê de
Lerzîneke sivik hembêz dike
Û girnijîneke nermîn bi curb
Ji sarbûna axê re diweşîne
Ç nêzîkê
De ardûyê vê efsaneye jî pêxîne
Da şevên korek careke din
Di agirê xwe de bişewitin
Hêlan e
Wiha nêzî
Dê wiha biçe