têm û li min kincê xwdayekî, dixwazin ji te fêrî afirandinê bibe. wendabûn koça xwe ya dawî dike .. nav tîrêjên çavê te bar dike .. min bi şewqê awirên xwe biparêze. bi agirê kenê xwe min bişo. û stêrkên hûr xelatî şeva min bike. nema dem derbas bê bê te .. nema sêwir nivşta sirûştê dipejirîne bi bendemaniya min ji te re .. bi baskên peyvan انتخابim bifirim cem te. ber kevîkên gewdehê te .. mereqên min diçin û tên wek leşgerên westiyayî ji nûbedariya dem dirêj. dem niha ye .. ji derveyî wê jiyan winda bike. berî ku mîna bermayîyên cengan, belav im bê warim. neqşê min di nav neqşên welatan de tev derbasbûye .. zimanê min jî fermiye di bajarê belengazan de tenê .. lê ji derveyî xemgînî, şûnwarên min .. şaristaniyek miriye. ronahiya bê sînor dilê min bû te daholê cenge lêdide berve hatinê siwaran .. bi balindeyan re hestên min daxwazê hembêza hestê te dikin .. peyvên min bihna dengê hatina we dike ... bi dîdara te meyên veşartî di peyvên dîrokê de xwe radikşînin dibim av dibim sûlav dibim ser girên sînga te mey û gulav .. dibim beranberî te ewr û sîtav. welat tu ji xewnên min re xelat û nîşanî bi min de eme her car wekî Dicle û Ferat bi hevgin, bi hev re bimeşin evîndar û şehîdên xwe hembêz bikin di xwe de veşêrin û ji wan nifşên gulên buharan bibişkivînin .. bila tu hêzdar û nazdar bî bila dîroka kevin û nû ji evîna min şerm bike endezyara rewanê min welat namre
dema ku evîndarên xwe ji dil hev hez kirin bi hev re bi ken û dîlan mirina reş binax kirin. dilê min niha xweş çêtirîn peyv ji te re tê gotin tenê serê xwe ser sîngê min de bibhîse sirûda roj û derya û keskesor û bayê çendî jiyan hêjaye û xweşe çendî dûrbûna te mîna şeva min reşe em jimêj hev nas dikin ji berî zayînê û piştî wê. bi hev re em hatin vê gerdûnê me nas kir agir û çandinî ma saz kir wêje û Evîn .. şermezarkir gefên Felek û narvînê ji welatika zaroktiya te derketim .. ji malzarokê stran û lorîkan jidayik bûm li ezmanê kenê te firîm û bi bayê payizê re bi pelên daran re bi ba dibûm ta ku min xwe dît ber pencera mala te .. çîrokeke payîzî .. çendî navê min girse ser lêvê te dema bi dengê te digindire gûkeke agirî wêran dike warên dijminên tîrêjê .. bi avêyên xwe bi dest dixîne hêviyên siberojê. tenê kenê te bi helbestên min gengaz e .. awirên te hestûyên peyvên min dabeş hene