{{total_min} min xwend
Efrînê

Efrîn

Bi girî û keser û axînê
Me tevde barkir ji Efrîn
Tiştê anîne serê min
Gurê li Çola ne bînê
Weke tavê zivistanê
Hêstir ji Çava dibarînê
Ji min kuştin ji min girtin
Xanî tjî bû ji xwînê
Li zarokê bi Çûk di dan
Dayîka dikir qêrî nê
Me digo qeyi ew mirovin
Lê wa li min dinerî bi kînê

Paşî her tişt talan kirin
Ti kes rewşa min na bînê
Namûsa me bin pê kirin
Bi sedan weka barî nê
Em bû wekî evdala
Me rahiştiye konê şîne
Çetyên xwîn mijû gemar
Tên di rûnin li Efrînê
Kiryarê wa pir xirabin
Hov ketin war Arînê
Hişû ji min re negotan
Banên min dîno û dînê
Eşqa mi wekî wekî ya mem
Efrîn ji mire çê zînê
Gelî kurda hevdû bi girin
Imerim bikin ji vê jînê
Bi nakûkî û bivê kînê
Mem dil xweş nabê bi zînê

Kovan Kinho

I BUILT MY SITE FOR FREE USING