Di sala 2016 de,
Min dixwest ji tere binim,
Baqek gul,
Ji berbizikên xerzanê,
Ji beybunên karêzê,
Ji binefşên fereşînê,
Ji nêrgizên çiravê.
Min dixwest ji tere bixwînim,
Helbestek evîniyê,
Ji gotin u hiş mem,
Ji neçerî u bêdengîya zînê.
Ji çîrok u ser pê hatiya siyabend,
Ji lorîk u awazên xecê.
Min dixwest ji tere bêjim,
Gotina herê giran.
Wek gorzê rustemê zal,
Wek şêrê cudi u gabar,
Wek cenga kawa yê hesinkar,
Wek hêz evîna te,
Min dixwest bêjim,
Ez ji te hizdikim!
A Aligî
31 12 2016