{{total_min} min xwend
ŞINGAL

ŞINGAL


xewna di avzelêlkê de

dîsa li min ferman e
gelîyê laleş
dîsa bi mij û dûman e
ferişt û Tawizî Melek
di hanê de negihane
dîsa Şingala şewitî
ola gola simoqiyan
bi xem û lavên îdzîdxan
reşa xwe girêdane ... !!.

dîsa asîmanên xewnê
bi alên reş kumkumîne
û tenûrên yezdanan
bi kînê himhimîne
Dergehê dojehê vebû
Agir bi pêl û rivîn e
Xwe vedigurizîne
hişk û Ter dilehfirîne !! ..

li canên jar û mişextan
Kevirên zaxor û bestan
wiha pêt
cencal û zarezar e
li hawîr şeyda û şêt
wax li vê dîmena kirêt !! ..

li nav lepên Zebaniyan
pêsîrên dapîran diweşiyan
terişîn memikên keçan
li ber qîlên hov û Hirçan !!.

Peyvên min xwe veşartine
li ser beltikên çiraxan
wek çivîkan qurimîne.
Refên Kund û Qijakan
Li dor Kanîya Sipî danişîne
xewnên di avzelêlkê de
matmayî miçiqîne !! ...
...
ez ê çi bo te bihûnim
bi çi dilî
li beheya kezebsojên te rûnim
xem û derdên zeriyan
ji nav tevna bobelatê vepûnim.

Çemên xwînê digerin
Qaz û Qumrî
Xwe li fîxana te digrin
Li perav û kenarên din
Kevokên aştiyê dimrin…
Nizanim avjenîyê
Li nav pêlên xinizîyê
De werîsê hanê bo min bişîne
Min hilgêve
Min bi navka yezdan ve hilawisîne.

I BUILT MY SITE FOR FREE USING