ZIMANÊ ME
Min bi zimanê xwe xwend
Hin çîrok û hin jî pend
Pir şêrîn e ev ziman
Bi tîp û livên çeleng
Sî û yek tîpên hêja
Hin hevok û hin bêja
Xweştirin ji av û nan
Ji rojî û limêja
Hin dengdêr û hin dengdar
Pir xweş tên li hev siwar
Bi vekît û rêziman
Destpêk kovara hawar
Ji pênc tîpên cêwîdeng
Peyv dibe do rê û reng
Ker û ker ji hev cuda
Yek jê sert û ya din nerm
Tîpa y ew girêkoke
Î, ê dişkîne ji koke
Dibin, ich di nav peyvan
Xemlê dide hevoke
Tîpa w xwedî bandore
Û, Deich u do cûre
U, lawaz û pir giran
Ich, datîne li şûne
Ê, bo yekjimara nêr
A, mê cuda dike ji nêr
, N, tê ji bo herdowan
Xuya ne wek tacek zêr
Ev beşek ji rêziman
Bijî kurd û kurdistan
Bi xwînin bi nivîsin
Da ji bîr nekin ziman.
Ehmed Tahir