Zeredeşt Abdullah
"Weke îro"
Weke îro xencer di dil de kırın.
Weke îro EFRÎNA min dagir kirin.
Weke îro bûka Welat dîl kirin.
Weke îro kirasê reş lê kirin.
"Weke îro"
Lêlûn a bapîr û bavan xepartin
Ew ji damara qir kirin.
Peykerê destana Mîdî ya ruxandin
Li ber çavan bin pê kirin.
Kêlê gornê Pakrewan serî birîn
Warnwarên mich talan kirin.
Termê me ji xakê deranîn bi xaç û mîx
Ji nûv e sêdar kirin.
"Weke îro"
Weke îro cîhanê tev çavên xwe ji me kor kirin.
Weke îro em firotin bi tenê hiştin dilsoziya me ji bîr kirin.
Weke îro hovên kujer kuştin a me rewa kirin.
Weke îro xewna kurdî dorpêç kirin
"Weke îro"
Pêsîra rometa kurda hilqetandin
Bi neperûşka parçe kirin.
Kîna berê kevin û qirêj bi Bi teng û top
li ser me vala kirin.
Xwed ne nasa gawrê reş gorê çav sor
Bi banga ALLAH û ekber ba kirin.
Li EFRÎNÊ li KURDAXÊ careke dî mirovatî
Dubare Enfal Kirin.
Mirovatî duvare Enfal kırın.
"Weke îro"
Weke îro bi xwînê va tê xêz kirin.
Weke îro dîroka Berxwedan ê tomar kirin.
Weke îro peymana Azadiyê tê vejîn kirin.
Weke îro sozê bidin EFRÎn bê rizgar kırın.
"Weke Aro"
18/3/2019 / yekemîn sal vegere roja dagirkirin a EFRÎNÊ