1 Minuten Lesezeit
19 Apr
Tiştê ku tê serê ZIMANÊ KURDÎ


! ... Haho! Haho
Tiştê ku tê serê ZIMANÊ KURDÎ, li ser destên qehramenên kuling û tapanên EREBMANCKÎ û TIRKMANCKÎ di ragihandinê de, talanî, malwêranî û komkujî ye. W hew.
Weke mînak, rojekê ji rojan, di semînarekê de, li ser (Zimanê Kurdî di ragihandinê de), ku yek dezgeha ragihandinê jî nehat û amade nebû, ji ber ku bi nerîna wan, asta wan di ser vê yekê re bekam: Zimanê Kurdî di ragihandinê de, ketiye ber kuling û tapanên nezanan, êdî bi giranî hatiye pelixandin. Kesên pispor û şareza jî, ne li ber tiştekî ne, tenê hevdem bi her pelixandinekê yan lêdana kuling û tapanekî re, parçeyek ji dilê wan hildiweşe û eger mêr kurên mêran bin, devê xwe vekin.
Di wê semînarê de, me got: Keko eger peyvek di zimanê dayika te de nebe, ne xem e, ji zimanekî din bîne, eger peyveke biyanî cihê xwe di nav zimên de girtibe, ew jî asayî ye, lê dema ku peyveke resen û cihgirtî hebe, herwiha eger peyvek ji bav û kalên xwe de, ji malbata vî zimanî be, êdî pêwîst nake tu şarezahiya xwe bi kuling û tapanan nîşan bidî û bi kîndarî komkujiyî iman seru seru aliyî, weke talanê, hema gorên bikom li pey zimanê xwe yê Erebmancî yan Tirkmancî bihêle.
Em dibêjin bavo, ew (çek) e, ne (sileh) e. Keko, ew (artêş) e, ne (cêş) e, zîreko ew (radestkirin) e, ne (teslîmkirin) e, zanayo! Ma ragihandina miletên din, bi behaneya hêsankirinê, peyvên zimanê te bikar tîne ?! Na. Wedî xwe di axê de vedigevizîne û bi kelogirî û hilolîkan dinihurîne û dibêje: „Çima tu kîtabeta ) yê bikar bîne û bedelen ji (al) ê ('elem) ê bikar bîne, ji bo ku kêfa xelkê ji te re bê!
Kuro eger ez bi EREBÎ binivîsim ez ê bihêlim çavên te beloq bimînin, de xwe bi van çend gotin motinkên EREBMANCKÎ li ser xelkê nebîne.
Dîsa jî: Haho! Haho!
Tiştê ku tê serê Zimanê Kurdî, li ser destên qehramenên kuling û tapanên EREBMANCKÎ û TIRKMANCKÎ di ragihandinê de, talanî, malwêranî û komkujî ye. W hew.

Das Bild kann enthalten: eine oder mehrere Personen



DIESE WEBSEITE WURDE MIT ERSTELLT